Li Geverê terora polîsên AKP’ê: 15 binçavî

Li Geverê terora polîsên AKP’ê: 15 binçavî

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê polîsên AKP’ê serê sibê di ser gelek malan de girt. Polîsên AKP’ê di serdegirtina malan de 15 kes binçav kirin. Polîsên hikumetê di serdegirtina malan de cam û derî şikandin û alavên malan tevlîhev kirin.

Tîmên polîsan yên Midûriyeta Polîsan ya Geverê di demjimêrên siharê de di ser gelek malan de girt. Polîsên AKP’ê li taxên Yeşildere, Gungor, Dize, Esentepe di ser malan de girtin û li malan lêgerîn pêk anîn. Polîsên hikumetê di serdegirtina malan de 15 kes binçav kirin û cam û deriyê malan şikandin û alav belav kirin.

Di serdegirtina malan de li ser dîwar, cam û dariyan şopa xwînê jî hate dîtin. Polîsan piştî serdegirtinê Muslum Işik, Reşît Orhan, Aydin Vardar, Erdem Kizildogan, Alî Haydar Arslan, Umran Arslan, Şîrvan Arslan, Cîhan Akdogan, Medeni Ergen, Sînan Ova, Ertekîn Erdogan, Munîr Kaya, Nîhat Sevmîş, Îlyas Babat û Jîhat Dogma binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan ya Geverê.