Şevê din li taxa Yeşîldereya navçeya Gevera Colemêrgê teqînek pêk hat.
Li gorî agahiyên hatine bidest xistin, şevê din li navçeya Gevera Colemêrgê teqînek pêk hat. Di encama teqîna bombeya li rex riya taxa Yeşîldereyê hatibû bicihkirin teqiya de camên gelek malan şkestin. Piştî teqînê polîsan li taxê operasyonek dan destpêkirin.
Di teqîna ku xusara aborî pêk hat de mirî an jî birîndar çênebûn.