Li Taxa Orman ya Gevera Colemêrgê komek ciwan ji bo operasyonan şermezar bikin agir pêxistin. Dema polîsan bi panzêran hatin cihê bûyerê, nêzî panzerê teqînek pêk hat.
Li gorî agahiyên ku hatiye bi dest xistin komek ciwan ji bo operasyonan şermezar bikin li Taxa Orman ya Geverê çalakî li dar xistin. Ciwanan ji bo kuştina gêrîlayê HPG'ê yên ku di nava hefteya dawî de 3 cenazeyê wan li Geverê hatibû veşartin şermazar bikin dirûşm berz dirin û agir dadan. Di di demjimêr 22.00'an panzerekî polîsan ji bo mudaxeleyî ciwanan bike, hate cihê bûyerê.
Dema panzer derbas dibû li ser rê teqînek pêk hat. Piştî teqînê gelek polîs hat cihê bûyerê. Derbarî windahiya can û mal de tu agahî nehate girtin.