Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di serdagirtina malan de di nav de Rêveberê BDP'ê Haci Oner jî heye 6 penaber û 10 kes hatin binçavkirin.
Yekîneyên polîsan li taxên Yeşîldere, Kanîheyder û Cumhuriyetê yên Geverê di ser gelek malan de girt. Di serdagirtina de li malan lêgerîn pêk hat û Rêveberê BDP'ê Haci Oner û Tahîr Kurt, Veysî Kurt û Abdulazîz Sevmîş hatin binçavkirin. 4 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan ya Geverê.
Di serdagirtinan de penaberên bi riyên qaçax hatin navçeyê yên bi navê Esma Yaghabî, Nargez Hasanzade, Hadîseh Hasanzade, Bashırahmed Salvarî, Elhame Muhammedî û Nizam Aykanat jî hatin binçavkirin.