Li navçeya Geverê ya Colemêrgê polîsan kamyonetek gullebaran kir û di encama gulebaranê de 3 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, li Taxa Yenî ya Geverê kamyoneta ku ajokarê wê Cengîz Tosun, ji bo ranewestiya ji aliyê polîsanve hate gulebarankirin.
Di bûyerê de ajokar Cengîz Tosun, Yucel Tosun û Tayfun Tarla birîndar bûn. Li nexweşxaneya Dewletê ya Geverê tedawiya yekem bûn û piştre sewqî Colemêrg û Wanê kirin.