Li navçeya Geverê ya Colemêrgê polîsên Tirk êrîşê girseya piştî cenazeyê gerîlaya HPG'ê Ferdane Kina (Şerda Gever) veşartin dest bi meşê kir. Piştî êrîşê pevçûn dest pê kirin.
Cenazeyê gerîlaya HPG’ê Ferdane Kina (Şerda Gever) ya ku meha sibatê li herêma Besta ya Şirnexê jiyana xwe dest dabû ji aliyê dehhezaran kesan ve li navçeya Geverê Goristana Bajerge spartin axê.
Piştî merasîma cenazê girseyê ji goristan ber bi navenda navçeyê dest bi meşê kir. Girseyê piştî dest bi meşê kir rasta mudaxaleya polîsan a bi bombeya gazê û ava şid hat. Girseyê piştî êrîşa polîsan meşa xwe berdewam kir, lê vê carê polîsan bi wesayitên zirxî êrîş kir.
Piştî girseyê jî bersiv da polîsan pevçûn dest pê kirin û didomin.