Li Geverê polîsan dîsa êrîşê merasima cenaze kir

Li Geverê polîsan dîsa êrîşê merasima cenaze kir

Girseya ku ji merasîma cenazeyê Ozgur Taşar ê ku di bûyerên Geverê de jiyana xwe ji dest dabû, vegeriyan û xwestin biçin serdana konê şînê ya gerîlayê HPG’ê Cengîz Ozek ê (Êrîş Dildar) rastî mudaxaleya polîsan hatin.

Li Gevera Colemêrgê cenazeyê Ozgur Taşar ê ku di bûyerên li cenazeyê gerîlayê HPG’ê Cengîz Ozek ê (Êrîş Dildar) de qewimîbûn de bi guleyên polîsan jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Bajergehê ya li Taxa Kişlaya Kevn bi beşdariya girseyekî qelebalix hate veşartin. Girse piştî merasîma cenazeyê xwestin biçin serdana konê şînê ya ji bo gerîla Cengîz Ozek ê û ji bo vê ber bi Taxa Cumhuriyetê meşiyan. Polîs li ser riya Şemzînanê pêşiya gel girt û bi bombeyên gazê êrîşê gel kirin. Li ser vê yekê di navbera girse û polîsan de pêvçûn rû da. Pêvçûn hîn jî didome.