Li Geverê polîsan bombeya gazê çavê welatiyekî da

Li Geverê polîsan bombeya gazê çavê welatiyekî da

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê welatiyê 33 salî Mûrat Temeş ku di mudaxeleya polîsan ya li dijî girseya beşdarî merasîma cenazeyê gêrîlaya HPG'ê Ferdane Kina (Şerda Gever) bû pêk hat de, ji çavê xwe bi giran birîndar bû.

Welatiyê 33 salî Murat Temeş ku di mudaxeleya polîsan ya li dijî girseya tevlî merasîma cenazeyê gêrîlaya HPG'ê Ferdane Kina (Şerda Gever) ya ku li herêma Besta ya Şirnexê di pevçûna meha sibatê de jiyana xwe dest da bûn de bombeya gazê li çavê wî ket birîndar bû. Temeş ewil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê piştre ji ber ku rewşa wî giranê sewqî Nexweşxaneya Perwerdahî û Lêkolîn ya Herêma Wanê kirin.