Piştî pêvçûna li bejahiya navbera Gever û Bajêrgehê ya Colemêrgê operasyona li herêmê bi berfirehî didome.
Piştî pêvçûna li bejahiya navbera Gever û Bajêrgehê ya Colemêrgê ku leşkerek hatibû kuştin, li herêmê hatibû destpêkirin, bi berfirehî didome. Di çarçoveya operasyonê helîkopteran li bejahiya gundên Şîşemzînan, Dotkan, Dîrîş, Nîranava, Korekana Serî û Korekana Binî leşker datîne.
Di operasyona ku heta Meydanok, Şekîlbîla, Ovaîçî û Girê Solîna berfireh bûye de gelek leşker beşdar dibin. Hate zanîn ku, di çarçoveya operasyonê leşkeran li Gundê Dotkanê lêgerîn pêk anîne.