Îro li navçeya Gevera Colemêrgê di encama pevçûna çekdarî yê di navbera du malbatan de kesekê jiyana xwe ji dest da.
Bûyera ku li Taxa Yeşîldere ya Geverê rû dayî, di encama pevçûna ji ber sedema ava avdanê çêbûyî de kesê bi navê F.K yê 48 salî jiyana xwe ji dest da. Her wiha 4 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku, kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.