Li Geverê meşa azadiya Ocalan

Li Geverê meşa azadiya Ocalan

Li navçeya Gevera Colemêrgê ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û operasyonên leşkerî û siyasî bê şermezarkirin meşeke girseyî hat lidar xistin.

Li navçeya Gevera Colemêrgê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke girseyî hat lidar xistin. Serokê BDP'a Geverê Rûstem Demîr, Şaredarê Geverê Ercan Bora, Cîgirê Şaredarê bajaroka Bajêrgehê Tacettîn Sefali, endamên MEYA-DER, Komeleya Çand û Hunerê ya Geverê û endamên Kooperatîfa Jinan ya Geverê jî di nav de bi sedan kes tevlî meşê bûn. Di meşa ku pankarta li ser; "Li dijî qirkirina siyasî herdem serhildan" nivîsandî hat vekirin de dowîzên li ser "sala 2012'an sala fînala kurdane" "Çareseriya bêy Serokatî ne çareserî ye", "Ne keştî mebesta AKP'ê xirabe ye", "Baweriya ji Erdogan xiyanete" nivîsandî hatin bilindkirin.

Piştî meşa ku ji navenda sûkê heta qada azadiyê berdewam kir daxuyanî hat dayîn û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin; "Êdî sebra kurdan nemaye. Gelê kurd li hemberî zilmê liber xwe dide. Gel xwedî li Ocalan derdikeve.

Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.