Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji 34'emîn Fermandariya Tumena Sînor gelek helîkopter rabûn û ber bi Oremar, Doskî û Şemzînan ve çûn.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê liv û tevgera hewayî pêkhat. Li 34'emîn Fermandariya Tumena Sînor ya Geverê gelek helîkopterên skorskî û kobra rabûn ber bi herêma Oremar û Doskî û navçeya Şemzînan ve firiyan. Helîkopterên li navçeyê nizim firiyan li gelek nokteyan leşker danîn û helîkopterên vala vegeriyan careke din leşker girtin û ber bi heman herêman ve çûn.
Li navçeyê tevgera hewayî ya helîkopteran berdewam dike.