Li bajarokê Bajargehê yê girêdayî navçeya Geverê, ji ber teqîna bombeya di wesayîta Çawişê Pispor yê bipere Cevdet Korkmaz hatî bicih kirin de birîndar bû.
Li gorî agahiyan, li bajarokê Bajargeh yê girêdayî navçeya Gevera Colemêrgê di wesayîta Çawişê Pispor yê bipere Cevdet Korkmaz de teqînek rû da. Hat diyarkirin ku, teqîn ji ber sedema bombeya ku li bin wesayîtê hatî bicih kirin rû daye. Korkmazê ku birîndar bû rakirin nexweşxanêyê û hate îdîakirin ku rewşa Korkmaz ne girane.