Qerekola Leşkerî ya Sînava derdora Gundê Gulord ya girêdayê Navçeya Gevera Colemergê topbaran kir.
Gundê Gulord ya ji navçeya Geverê 30 kîlometre dûre ji hêla Qerekola Leşkerî ya Sînava ve hate topbarandin. Hate ragihandin ku, gelek guleyên topê li derdora gund ketin. Hate diyar kirin ku, heyeta di nava wan de hevserok û serokên BDP'ê, KCD'ê, ODP, EMEP û ESP jî hebûn ji bo cihê bûyerê lêkolîn bikin dê biçin gund.