Li Geverê kesek mirî hate dîtin

Li Geverê kesek mirî hate dîtin

Li paş Mizgefta Haci Ûbeyd ya li Taxa Gongura Navçeya Gevera Colemêrgê welatiyê bi navê Abdulkadir Baykal mirî hate dîtin.

Li gorî agahiyan li paş Mizgefta Haci Ûbeyd ya li Taxa Gongura Navçeya Gevera Colemêrgê welatiyê bi navê Abdulkadir Baykal mirî hate dîtin. Hate ragihandin ku, li ser cenazeyê şopên derbê hebûn gumana fetisandinê anî bîra mirovan. Piştî lêkolîna li cihê bûyerê ji bo otopsiyê cenaze rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Derbarê bûyerê de dozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin.