Li Geverê êrîşa hêzên AKP'ê hat şikandin
Hêzên dewleta Tirk hewl dan êrîşî taxên Yenîmahalle û Esentepe yên navçeya Colemêrg Geverê bikin. Gelê Geverê li ber xwe da û ev hewldana êrîşê şikand.
Hêzên dewleta Tirk hewl dan êrîşî taxên Yenîmahalle û Esentepe yên navçeya Colemêrg Geverê bikin. Gelê Geverê li ber xwe da û ev hewldana êrîşê şikand.
Hêzên dewleta Tirk nîvê şevê bi çekên giran û kepçeyên zirxî hewl dan êrîşî taxan bikin. Gel û berxwedêrên YPS û YPS-Jin li ser bingeha xweparastinê bersiv dan êrîşa dewletê. Şêniyên taxên Gungor, Orman û Cûmhûriyetê daketin kolanan û bi dengderxistinê re êrîş şermezar kirin. Li taxa Gungorê her wiha li ber stranên şoreşgerî fîşekên hewayî hatin teqandin.
Hêzên dewleta Tirk ên li bin guhê bendan ketin, gule li derdorê reşandin. Ji ber gulereşandinê xisar li gelek malan çêbû. Her wiha dîwarê hewşa hin xaniyan jî bi kepçeyên zirxî hat xerakirin.