Li Geverê derabe hatin daxistin

Li Geverê derabe hatin daxistin

Ji ber merasima cenazeyê gerîlayê HPG’ê Adnan Tekîn (Hejar Zagros) ê ku li bajarê Tirkiye Gumuşhaneyê jiyana xwe ji dest dan, li navçeya Gevera Colemêrgê derabeyên dikan û kargehan nehatin vekirin.

Li navçeya Gevera Colemêrgê bi boneya merasima cenazeyê gerîlayê HPG’ê Adnan Tekîn (Hejar Zagros) ê ku li bajarê Tirkiye Gumuşhaneyê jiyana xwe ji dest dan, li navçeya Gevera Colemêrgê derabeyên dikan û kargehan nehatin vekirin. Li bajêr polîsan tedbîr girtin.

Cenazeyê gerîla Hejar duh ji Trabzonê hat wergirtin û dê îro li gundê Meşganê bispêrin axê.