Li navçeya Gevera Colemêrgê beriya merasima cenazeya gerîlaya HPG'ê Sitî Kizan (Rojen Murat) derabeyên dikanan nehatin vekirin.
Beriya merasima cenaze gerîlaya HPG'ê Sitî Kizan (Rojen Murat) ku di pevçûna 10'ê Tîrmehê de li Çewlikê de jiyana xwe ji dest dabû derabeyên dikanan nehatin vekirin. Li navçeya ku temamî dikandaran dikanên xwe venekirin di saetên pêşiya me de cenazeya Kizan dê li goristana Bajêrgehê bi merasimekê bispêrin axê.