Esnafên navçeya Gevera Colemêrgê ji bo protesto kirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û operasyonên leşkerî yên berdewam dikin, îro jî çalakiya xwe ya venekarina derabeyan domandin.
Esnafên navçeya Gevera Colemêrgê ji bo protestokirina pevçûnên 3 roje li Şemzînanê didomin û tecrîda giran ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro jî derabeyên xwe venekirin. Li navçeya ku ji bilî firin û dermanxaneyan hemû dikan girtî, polîsan li navçeyê ewlekariyên berfireh girtin.
Li aliyê din jî Rêxistina BDP’a Geverê ji bo protesto kirina yekemîn salvegera tecrîda giran ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê daxuyaniyekî çapemeniyê bide.