Li Geverê bi dehan kes hatin binçavkirin

Li navçeya Geverê di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Geverê di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê serê sibehê di serdegirtinên malan ên pêk hatin de gelek kes hatni binçavkirin. Li gorî agahiyan nêzî 30 kesan hatine binçavkirin û sedema binçavkirinan nehat hînbûn. Hate hînbûn ku polîsan der barê nasnameyên kesên hatine binçavkirin de agahî nedaye.

Li aliyê di Walîtiya Colemêrgê jî îdia kir ku serê sibehê li bakurê balafirgeha Selahattîn Eyyubî tîmên taybet bi ser şantiyeyekî de girtine û gelek muhîmat bi dest xistine.