Li Geverê 4 kes hatin girtin

Li Geverê 4 kes hatin girtin

Li navçeya Geverê ya Colemergê 4 kesên ku çend roj berê hatibûn binçavkirin hatin girtin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê 4 kesên ku di 17'ê gulanê de hatibûn binçavkirin hatin girtin. Kesên bi navê Gurbet Çakar, Ugur Çektar, Ogmen Turan û Ertugrul Neçirvan ku hatin binçavkirin û birin mirûdiyeta polîsan bi daxwaza girtinê sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê jî piştî îfadeya wan girt 4 kes sewqî dadgehê kirin. Dîwana Dadgeha Sulh Ceza jî piştî li îfadeya 4 kesan guhdar kir, bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" biryara girtinê da û şandin girtîgehê.

Şevê din jî li Oremarê polîsan maşîneyek rawestand û 3 kes binçavkirin. Ji 3 kesan 2 kes serbest hatin berdan û Rojhat Ozkan jî hêj di binçavan de ye.