BI DÎMEN

Li Geliyê Mûnzûr çalakiya mertalên zindî destpêkir

Li Dersimê li dijî operasyonên dewleta Tirk çalakiya mertalên zindî destêkir. Di çalakiyê de daxwaz kirin ku dawî li operasyon, tecrîdê dawî bikin û vegerin ser maseyê mûzakereyê.

Ji bo bi dawîkirina operasyonan li Geliyê Mûnzûr a Dersimê di pêşengtiya KCT, DBP, DEM-GENÇ, KJA û komeleya Elewî ya Demokratîk û beşdariya gel çalakiya mertalên zindî destpêkirin.
Çalakiya mertalên zindî a ku li ser rêya Pulur-Dersim a bejahiya Venk a Geliyê Mûnzûr hatî destpêkirin Hevseroka Giştî yê Komeleya Elewî ya Demokratîk Ayten Şîmşîr, hevşaredarê Dersim Mehemt Alî Bûl, hevşaredarê Perî Huseyîn Çetînkaya, Alîkarê hevşaredarê Dersimê Îbrahîm Kasûn, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk a bajarê Dersim Hulya Yer û Mûrat Polat, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan a bajarê Dersim Aslan Çag, li gel Pîrên Elewî û Dayikan gelek kes beşdar bûn.

‘EM DENG BIDIN KURDISTANÊ’

Hevşaredarê DBP’ê yê bajarê Hulya Yer axivî û diyar kir ku ji bo bi dawî kirina operasyonan hatine Geliyê Mûnzûr û li Geliyê Mûnzûr çalakiya rûniştinê daye destpêkirin. Yer wiha berdewam kir:

 “ Em hemû dizanin ku eger pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser nebe wê her roj li her cihî şer bên kirin. Weke kû îro em dibînin di serî de bang li gel me yên li Ewropa, metrepolên Tirkiyeyê û hemû Dersimiyên ku li Dersimê dikin. Em îro bendenên xwe didin ber balafirên şer, tank û topan. Ji bo dawî li şer û operasyonan bên, em li vir in. Weke mertalên zindî em li Geliyê Mûnzûr çalakiya rûniştên dane destpêkirin; jib o wê em li vir in. Kî li kû be bila bibe ji bo dawîkirina şer û operasyonan deng bidin. Divê em deng bidin Kurdistanê; da kû em dawî li şer û operasyonan bînin.”

DAWÎ LI TECRÎDA AKP’Ê BÎNIN

Yer, bang li AKP’yîyan jî kir û wiha got: “Em Dersimî li vir banga xwe dûbare dikin, qasidê aştiyê Îmarliye. Divê dawî li tecrîd û vegerin mûzakereyê.”
Hevşaredarên Dersimê Mehmet Alî Bûl jî wiha anî ziman: “Feto yên ku balafirên şer xistin, divêjin ku yê qetlîama Roboskiyê kirin Fetoyîn e.Ev dixwazin kiryarên xwe bixin stuyê Fetoyê û binixûmînin.”

Li aliyê din di encama bomberdûmanê de şewata ku li herêmê derketî dewam dike, çalakiya gelê Dersimê yê ku li Geliyê Mûnzûrê dayî destpêkirin dewam dike. Li devera Kemere bel gelek wesayîtên TOMA, Akrep û wesayîtên sivîl ên polîsan rawestane.