Li gel hemû astengîyan bi ji 7 salî heta 70 salî bi hazaran welatî ji bajarên derve ji bo mîtînga ku di pêşengiya KCD û BDP'ê de dê li Qada Îstasyonê ya Amedê mitînga "Ji Ocalan re Azadî" pêk bê diherikin Amedê. Bi hazaran welatiyên ku bi maşîneyên xwe yên taybet ji bajarên derdorê hatin, xwe gîhandin Amedê. Bi hatina welatiyan re li Amedê liv û tevgerek zêde bû. Gelek esnafên ku ji bo mîtîngê xwe amade dikin neçûn kar û dikanên xwe venekirin.
Bi hezaran welatiyên ku bi maşinêyên xwe yên taybet ji bajarên derdorê hatin li gel hemû astengiyan xwe gîhandin Amedê. Welatiyên ku ji bo beşdarî mîtînga 14'ê Tîrmehê ya bi hişyariya "Ji Ocalan re Azadî" li Qada Îstasyonê pêk bê bibin, piştî xwe gîhandin Amedê li benda mîtîngê ne ku tev li mîtîngêbibin. Li Amedê beriya mîtînga ku di pêşengiya KCD û BDP'ê de li Qada Îstasyonê pêk bê ji niha de liv û tevgera welatiyan zêde bû. Mîtînga ku parlementerên BDP'ê, nivîskar rewşenbir û hunermend amade bibin û her kes Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî muhatab qebûl dikin, dê ji bo tecrîd bi dawî bibe û ji Ocalan re Azadiyê bixwazin biqînin. Li Amedê ku duh polîsan li gelek nokteyên bajar tedbîr girtibûn. Hate zanîn ku gelek polîs û maşîneyên zirxî yên polisan sewqî Amedê hatin kirin.
Hate zanîn ku li gel hişyariyên polîsan dîsa gelê Amedê xwe amade dike ku beriya mîtîngê biçin qada Îstasyonê û wekî lehiyê biherikin. Li gel hemû astengiyên polîsan bi hezaran welatî hatin Amedê û şeva xwe li Amedê derbas kirin. Her çend li gelek nokteyên bajar polîsan nokteyên kontrolê ava kirine.
Bi hezaran welatî ji Mêrdîn, Şirnex, Êlih, Dîlok, Colemêrg, Agirî, Erzirom, Wan, Eden, Mêrsîn, Stenbol, Elezîz, Meletî û gelek bajarên din xwe bi maşîneyên xwe yên taybet gîhandin Amedê. Bi hezaran kesên ku bi derfetên xwe xwe gîhadin Amedê şeva xwe li Amedê derbas kirin. Welatiyên ku rastî gelek astengiyan hatin û xwe gîhandin Amedê, diyar kirin ku ew dê tu astengiyan nas nakin û çi dibe bila bibe tev li mîtîngê bibin.
Gelek waliyên ku hatin Amedê şeva xwe li Parkên Koşuyolu, Sumerpark û Park Ormanê derbas kirin.
Welatiyên ku bi cil û berên xwe yên rengîn û neteweyî hatin Amedê rengê Newrozê dan Amedê.
GELÊ HERÊMÊ BER BI AMEDÊ VE DIHERIKE
Li Amedê piranîna esnafan dikanên xwe veneksirin û li bajar bêdengiyek mezin heye. Li navçeyên Peyas, Sur, Rezan û Yenîşehîrê piranîna esanfan dikanên xwe venekirin. Li gel 4 navçeyên navendî li navçeyên Bîsmîl, Farqîn, Erxanî û Çinarê jî esnafan dikanên xwe venekirin. Li navçeya Bîsmîlê esnafan ji ber salvegera berxwendana rojiya mirinê ya di 14'ê Tîrmeha 1982'yan de destpêkiri û tevlî mitînga "Ji bo azadiyê berxwedana demokratîk" bibin dikanên xwe venekirin. Li navçeyê ji bilî firin û dermanfiroşan hemû dikan girtîne. Li Bîsmîlê welatiyên dixwazin tevlî mitîgnê bibin li ber avahiya BDP'ê dest bi kombûnê kirin.
LI BOTAN AMADEKARIYA RÊ
Li navenda Şirnex û navçeya Hezexê jî ji bîlî firin û dermanfiroşan hemû dikan girtîne û welatî li cihên wesayît lê bi rêbikevin dest bi kombînê dikin. Li aliyê din hate îdakirin ku minîbûsên ji bo mitînga amedê biçin rastî gefan hatin. Li hemû bajaran di derketina bajaran polîs û leşkeran nokteyên lêgerîn avakirin û hemû welatiyan ji kontrolekî dijwar re derbas dikin. Li navçeya Cîzîrê jî bi heman armancê esnafan dikanên xwe venekirin. Li bendêne ku di saetên pêş de welatî ber bi Amedê ve bi rê bikevin.
MÊRDÎN Û NAVÇEYAN WÊ JÎ DIKAN NEHATIN VEKIRIN
Li navçeyên Qoser, Nisêbîn û Dêrîkê yên Mêrdînê jî esnafan dikanên xwe venekirin. Li navçayan ji bîlî dermanfiroş û firinan hemû dikan girtîne û welatî li navçeyan li ber avahiyên BDP'ê dest bi kombûnê kirin.