Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê aşkere kir ku di encama pevçûna li Gabarê di navbera gerîlayên YJA-STAR’ê û artêşa Tirk de qewimî de leşkerek hatiye kuştin û ragihand “2 kesên ku hevkariya dijmin dikirin hatine binçavkirin.
Di daxuyaniyê de der barê operasyonên artêşa Tirk ên li Kurdistanê de jî agahî hatin dayîn û hat diyarkirin ku komek ji 5 kesan li navçeya Xozata Dêrsimê xebatên kontrayî û li navçeya Kaxizmana Qersê jî operasyon hene.
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê got; “Di 20'ê Tîrmehê de di saet 19.10'an de li navçeya Cizira Şirnexê li nêzî Girê Şerefiyê yê bi ser Gabarêye di navbera gerîlayên me yê YJA Starê û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de leşkereke dijmin ji aliyê me ve hatiye kuştin. Piştî pevçûnê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî derdora pevçûnê bi hewan û obusan hatiye bombekkirin.”
SÊ GUNDÎ HATINE BINÇAVKIRIN
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku di 21'ê Tîrmehê de li nêzî Gundê Bunusra yên bi ser Çiyayê Gabarêye 3 gundiyên ji bo deşîfrekirina baregehên gerîlayan derketine bejahiyê ji aliyê gerîlayan ve hatine binçavkirin û wiha berdewam kir; “3 gundiyên li ser navê nêçirvaniyê ketine herêmê piştî lêpirsînên wan bi dawî bûye û hişyariyên pêwîst hatiye kirin, bi şertê dubarenekirina sûcên xwe serbest hatine berdan. Herweha gerîlayên me dest daniye ser 3 tifingên bi pompe.”
2 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê got; “Di 21'ê Tîrmehê de di saet 17.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li nêzî Gundê Bedewê Selman Ozkanê bi dijmin re hevkariyê dike û riyên bi armanca leşkerî saz dike ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di 21'ê Tîrmehê de di saet 16.00'an de li Colemergê li Geliyê Lewînê sercerdewanê Gundê Nîsê yên bi navê Esat Farûk ji ber sûcên bi wesayita xwe ya sivîl alav û leşkeran veguheztiye û ji ber sîxuriyê dike ji aliyê gerîlayan ve hatiye binçavkirin û wesayita wî ya alav û leşker jî veguheztiye bi şewitandinê hatiye rûxandin.
LI XOZATÊ XEBATÊN KONTRAYAN
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê got; “Li navçeya Xozata Dersimê li hin gundan yekîneyeke kontra yên ji 5 kesan pêk tê ji bo komkirina îstîxbarata di derbarê gerîlayên me de digerin. Herweha bi heman armancê di navbera Alîbogazi û Xozatê li herêma daristanê de cîhazên termal ên bi enerjiya rojê dixebite hatine bicîhkirin.”
LI KAXIZMANÊ OPERASYON
Di daxuyaniyê de hag diyarkirin ku li navçeya Kaxizmana Qersê li dijî Şaxyolu, Kaniya Qerenfîla, Gola Qezax û Delî Zozan ê bi ser herêma Çemçêne ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi yekîneyên veşartî hewldanên kemîn vedan û keşfê tên meşandin.