BI DÎMEN

Li Fransayê meşên ji bo piştgiriya Kurdistanê

Li bajarên Fransa Lorîent, Montpellîer û Roûenê, meşên girseyî yên ji bo piştgiriya Kurdistanê hatin lidarxistin. Di van meşan de, êrîşên AKP'ê yên li Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Li bajarên Fransa Lorîent, Montpellîer û Roûenê, meşên girseyî yên ji bo piştgiriya Kurdistanê hatin lidarxistin. Di van meşan de, êrîşên AKP'ê yên li Kurdistanê hatin şermezarkirin.

LORÎENT

Li Franayê, di çarçoveya roja Piştgiriya Neteweyî ya ji bo Kurdistanê de, bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, sendîka, komele û kurdistaniyan li bajarê Lorîentê meşeke mezin hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan ên li ber l'Eglîse de Kerentrech a bajêr saet di 17:00 de civiyan, bi qasî 3 kîlometreyan bi qîrîna dirûşmên "Ji Kurdistanê re azadî", "Bimire faşîzm" , "Bimire Erdogan" meşiyan.

Di meşê de belavok hatin belavkirin û Fransayî û Bortanî jî bi çepikan destek dan meşê. Girseya gel li ser rêya herî zêde trafîk lê heye 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn. Dûre li ber firoşgeha Fnac a li navenda bajarê Lorîentê, ji bo bîranîna mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, deqeyek rêz hat girtin.

Li dû rêzgirtinê bi dorê ji Alternatîve Lîbertaîre Remî Hamon, ji Partiya Komunîst a Franayê Alaîn Gûîchard, ji Appel Ûnîtaîve Natîonal Pîerre Pîchon, ji Komeleya Çanda Elewiyan a Morbihanê Muslum Demîrkopru, li ser navê BÎR-KAR Devrîm Can û li ser navê Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê ya herêma Morbihanê Sabrî Bolek peyivîn.

Qisekeran bal kişandin ser hovîtî û êrîşên li Kurdistanê ji aliyê dewletê ve tên kirin û banga piştgirîdayîna gelê Kurd kirin. Nûnerê Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê Sabrî Bolek jî bibîr ist ku dengdayîna ji bo hilbijartinên 1'e Mijdarê wê di 25'ê Cotmehê de bi dawî bibe, banga dengdayînê kir û anî ziman ku her dengekî ji HDP'ê re bê dayîn, wê bibe sîleyek û li rûyê dîktatoriyê bikeve.

Meş piştî axaftinan bi dawî bû.

MONTPELLÎER

Di çarçoveya Roja Piştgiriya Neteweyî ya ji bo Kurdistanê de li bajarê Montpellîerê meşek hat lidarxistin.  Meşê ji Marche de la Place du Peyrou destpê kir û heta meydana Comedîe dewam kir. 

Di meşê de wêneyên mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, hatin hilgirtin.

Di meşê de gelek caran dirûşmên "Kujer Erdogan" hatin qîrîn. Çalakî bi xwendina belavokê li Meydana Comedîe bi dawî bû.

ROÛEN

Li bajarê Fransa Roûenê jî çalakiyeke bi coş hat ldarxistin. Di çalakiya ku govend lê hat gerandin û dirûşme hatin qîrîn de, wêneyên komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve li Kobanê û Kurdistanê hatiye kirin, hatin hilgirtin. Qada çalakiyê bi flamayan hat xemilandin. Di axaftinên li vir de hat ragihandin ku ji bo dawîanîna li dîktatoriya Erdogan divê hîn bêhtir bi xurtî kar bê meşandin. Hat destnîşankirin, ku divê hesabê komkujiya li Enqereyê bê pirsîn.