Li Farqînê zarokekî tifingê hate kuştin

Li Farqînê zarokekî tifingê hate kuştin

Li Gundê Boşata girêdayî Farqîna Amedê zarokek ji ber tifing teqiya û ji sînga xwe birîndar bû jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên ku hatiye bidestxistin, li Gundê Boşata girêdayî Farqîna Amedê zarokekî bi navê Osman Sîmpîl (11) di encama teqîna tifingê ji sînga xwe bi giranî birîndar bû û ligel hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da. Li gorî îdîayan, birayê Sîmpîl Kadîr Sîmpîl (13) dema bi tifinga pombeyî dilîst bi şaşitî tifing teqiya û Osman Sîmpîl ji sînga xwe birîndar bû.

Sîmpîlê ku di nava xwînan de mabû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê, lê ji ber ku pir xwîn jê çûye Sîmpîl jiyana xwe ji dest da. Hate zanîn ku piştî otopsiyê cenazeyê Sîmpîl şandine Amedê.