Li Farqînê veguhestina leşker û cebilxaneyê

Li Farqînê veguhestina leşker û cebilxaneyê

Li bejahiya naveçya Farqîna Amedê bi awayeke zêde veguhestina leşkerî û cebilxaneyê tê kirin.

Hate zanîn kul i bejahiyên navçeya Farqînê ji ber parastina bendava li bejahiya navçeyê tê amadekirin, sêsed çawişên pispor hatine peywirdarkirin. Li gorî agahiyên digihin ber dest, dê ev hejmar bikin pênçsed.

Koma destpêkê li derdora bendava di navbera Farqîn û Êlihê dest bi peywira xwe kirin. Komên bi awayê deh-panzdeh kesî rojê xwe di nava daristanan de vedişêrin, êvar ûşevê jî li derdora gundan kemîn dideynin.

Şevê, van komên çekdar û sivîl wesayîtan radiwestan û nasnameyan vedinêrîn. Li gorî agahiyên tên bidestxistin, ev komên kontrayî, mîna di salên 90’an de xwe di şkeftan de vedişêrin.