Li Farqînê qezaya trafîkê: 9 kes birîndar bûn

Li Farqînê qezaya trafîkê: 9 kes birîndar bûn

Li navçeya Farqîna Amedê di encama lihevketina 2 wesayîtan 8 jê xwendevan 9 kes birîndar bûn.

Li ser riya gundê Veysîkanêjorîn ya navçeya Farqîna Amedê di encama qezaya pêk hat de 9 kes birîndar bûn. Hat hînbûn ku qeza di encama lihevketina wesayîta serwîsê ya xwendevanan ku diçû gundê Hecîcayê û serwêsa rehabîlîtasyonê ya nexweşan de pêk hatiye.

Hat ragihandin ku birîndar rakirine nexweşxaneya dewletê ya Farqînê. Ajokarê serwîsê Aydin Uçak (30) û xwendevanên bi navê Veysî Uçak (14) û Mahsun Bîşkîn (17) yên rewşa wan girane sewqî nexweşxaneyên Amedê kirin. Birîndar Ayşe Gosterîş (17), Diyadîn Gosterîş (18), Ahmet Eken (15), Mustafa Bozkurt (25), Ronaî Gozetîr (15) û Kismet Çîçek (20) jî li nexweşxaneya dewletê ya Farqînê tên dermankirin.