Li navçeya Farqîna Amedê wesayîta ku ji dawetê vegeriya qeza derbaz kir. Di encama qezayê de 2 kesan jiyana xwe jidest da.
Li navçeya Farqîna Amedê wesayîta bi pîleqeya 21 SA 472'an dema ku ji gundê Fêra derket rê qezayeke ku hê sedemê wê diyar nebûye derbaz kir. Di encama qezayê de Ferman Kiliçaslanê 20 salî li cihê bûyerê jiyana xwe jidest da, Yavuz Ozdemîrê 20 salî jî li nexweşxaneya dewletê ya Farqînê jiyana xwe jidest da.
Şahidên bûyerê diyar kirin ku, ji ber rê xirabeyî bûn tu lastîkên wesayîtê jê ketin û qeza pêk hat.