Li Farqînê qedexeya derketina derve û tedbîrên xweparastinê
Li Farqînê derketina derve hat qedexekirin. Gelê navçeyê jî dest bi wergirtina tedbîrên xweparastinê kir.

Li 3 taxên navçeya Amed Farqînê, careke din derketina derve hat qedexekirin. Polîs û tîmên tevgera taybet duh bi şev hewl dan bi wesayîtên zirxî bikevin nava taxa Mescît û di encama berxwedana gel de neçar man xwe ji herêmê vekişînin. Li ser vê eykê îro li taxên Mescît, Konak û Tekelê derketina derve hat qedexekirin.
JI WESAYÎTÊN ZIRXÎ HAT RAGIHANDIN
Balkêş e ku der barê qedexeya derketina derve li ser malperên Walîtî û Qeymeqamiyê ti daxuyanî nîne. Qedexe bi wesayîtên zirxî hat ragihandin.
Li aliyê din, gelê navçeyê li hemberî êrîşên gengaz dest bi wergirtina tedbîrên xweparastinê kir.
Polîsên tîmên taybet beriya niha li navçeyê sivîl qetil kiribûn û teror meşandibûn.