Li Farqînê, piştî qedexeya 'derketina derve' ya 5 rojan, li taxên rastî êrîşa tank û topan hatin, bermayînên şer hatin hiştin. Li meydana Azîzoglû, wesayîteke arkujiyê ya şaredariyê û wesayîtên berhevkirina çopê ji ber topbaranê rûxiyane.
ANF
AMED
pêncşem, 8 kewçêrê 2015, 14:10
Li Farqînê, piştî qedexeya 'derketina derve' ya 5 rojan, li taxên rastî êrîşa tank û topan hatin, bermayînên şer hatin hiştin. Li meydana Azîzoglû, wesayîteke arkujiyê ya şaredariyê û wesayîtên berhevkirina çopê ji ber topbaranê rûxiyane.
Tê gotin, ku di nava van wesayîtên hatine rûxandin de dibe ku teqemeniyên neteqiyayî hebin. Ev wesayît bûne pêlîstoka zarokan.
Hejmara sivîlên ji ber dorpêçiya 5 rojan hatin qetilkirin, her zêde dibe. Îro jî bombeyeke neteqiyayî, di destê zarokan de teqiya. Li taxên ku dîmenên mîna 'şerê navxweyî' lê tên dîtin, zarok bêyî haya wan ji xeteriyê hebin, lîstikên xwe dewam dikin.