Li Farqînê lêpirsîna Newrozê

Li Farqînê lêpirsîna Newrozê

Li Farqînê ji ber sedema pîrozbahiya Newrozê derbarê 7 kesên komîteya amadekar de lêpirsîn hate vekirin.

Li navçeya Farqîn ya Amedê ji ber sedema di Newroza 18’ê Adarê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine vekirin û slogan hatine avêtin di derbarê 7 endamên komîteya amadekar de lêpirsîn hate vekirin. Di vê çarçoveyê de endamên meclîsa şaredariyê Huyla Bîçen û Seîd Donmuş, rêveberên BDP’a Navçeyê Haci Bîlge, Mahmût Gezer, Refîk Yabanci, Saliha Nakçî û Zekî Çîçek çûn Miduriyeta Polîsan ya Farqînê îfade dan.