BI DÎMEN

Li Farqînê bi hinceta 'ewlekariyê' destûr ji asfaltkirinê re nayê dayîn

Li Farqînê, ku hevşaredarên wê hatine girtin û ji wezîfeyê hatin dûrxistin, li 13 taxan karê stabîlîze û astfaltkirinê, bi hinceta 'ewlekariyê' ji aliyê qeymeqamiya Tirk a li navçeyê ve tê astengkirin.

İngilizce Türkçe İletiyi çevir İngilizce için kapat

Li Farqînê, piştî ragihandina "xwerêveberiyê" tîmên taybet li gelek avahiyên dîrokî bi cih bûn û ji xwe re kirin biryargeh. Piştî serdegirtinên polîs û leşkeran, niha jî xizmetên şaredariyê tên astengkirin. Şaredariya Farqînê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li 13 taxan dest bi karê asfaltkirinê kirin. Alîkarê Hevşaredarên Farqînê Kerem Canpolat da xuyakirin, ku Qeymeqamtiya Tirk a li Farqînê têkildarî vî karê wan de teblîgat şandiye û operasyonên leşkerî weke hincet nîşan daye.

Canpolat got, "Piştî xisara li Farqînê hat kirin, diviyabû me bi lezgînî dest bi karê ser û binê erdê bikira. Lê belê bi hinceta 'ewlekariyê' emniyet destûrê nade em li gelek taxan vî karê xwe bimeşînin. Ji aliyekî ve pêşî li me tê girtin, li aliyê din jî gel li benda xizmetê ye, ku heta dawiyê ev daxwaz mafê wan e. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya li gundên derveyî navenda Farqînê dest bi karê stabîlîze û asfaltkirinê kir, li 13 taxên cuda îhaleya asfaltê qedand. Lê belê Qeymeqamtiya Farqînê têkildarî 13 taxên wê ev xizmet lê bê kirin, teblîgatek ji me re şand û bi hinceta 'ewlekariyê' xwest ev kar bê sekinandin. Karê fîrmaya muteahît niha ji aliyê leşkeran ve hatiye sekinandin."

Canpolat da zanîn, propaganda reşkirinê ya desthilatdariya AKP'ê li hemberî şaredariyên herêmê ve tê kirin ji aliyê gel ve tê zanîn û got, "Tevî Hindêsê, Cumatê, Şerelî, Zinzin, Heremo, Qizlalê, Çiçika, Şebdera, Mala Elîka divê li gelek taxan karê asfaltkirinê were destpêkirin. Pêşîgirtina li vî karî, ku îhaleya wan jî qediya ye, rê li ber nerazîbûna tund a gel vedike. Ji ber rêyên ji axê, mirovên mey ên nexweşên astim û hwd. zor û zehmetiyan dikişînin. Her wiha dehl û rezên li qiraxa rê jî, ji ber axê zerarê dibînin. Şaredariya Bajarê Mezin ji bo sivikkirina barê Şaredariya Farqînê di nava hewldanan de ye, lê karê wan jî tê astengkirin. Niha li medya alîgir de antî propagandayên weke 'şaredariyên herêmê naxebitin' nûçe tên weşandin. Lê belê em bi belgeyan radixin pêş çavan ku karê şaredariya me û Şaredariya Bajarê Mezin tê astengkirin."

...