Li Erziromê revêberê DBP’ê hat girtin

Ji du kesên ku li Xinisê hatin binçavkirin, Yilmaz Gulçîçek ê ku reveberê DBP’ê ye, hat girtin.

Di serdegirtinên malên li navçeya Xinis a Erziromê de rêveberen navçeyê yên DBP’ê Yilmaz Gulçîçek û Farûk Karakaş hatibûn binçavkirin, piştî kar û barên li emnîyetê birin êdliyeya navçeyê.

Ji her du kesen ku sewqî dadgehê hatin kirin, piştî îfadeyên li dozgeriyê, Karataş bi şertê kontrola edli serbest hat berdan, Gulçîçek jî bi idîaya “endamtiya rexistinê” û “propagandaya rexistinê kiriye” hat girtin û şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpa H a Erziromê.