Li Erziromê 8 kes hatin binçavkirin

Polîsan di seatên serê sibê de li Tatosê bi ser gelek malan de girtin û 8 welatî binçav kirin.

Polîsan di seatên serê sibê de li Tatosê bi ser gelek malan de girtin û 8 welatî binçav kirin.

Li navçeya Tatosa Erziromê polîsan di seatên serê sibê de li taxên navçeyê operasyonên binçavkirina siyasî yên hemwext pêk anîn. Polîsan bi ser gelek malan de girtin û li malan lêgerîn pêk anîn. Rêveberê DBP'ê yê Cuneyt Koçak û welatiyên bi navê A. Cebbar Yalçin, Aydin Ekîcî, Rizgar Turan, Abdulvahap Sarikan, Fesîh Sarikan, Yunus Sarikan û Nasir Sarikan binçav kirin. Welatiyên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Erziromê.