Li Erziromê 4 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Qereyazî ya Erziromê tevgera polîsan didome.
Li navçeya Qereyazî ya Erziromê tevgera polîsan didome.
Li navçeya Qereyazî ya Erziromê tevgera polîsan didome. Her wiha duh bi şev saet 23.00’an li Erziromê tevgera 2 otobusên tijî polîs û wesayîtên zirxî rû da. Di saetên nêzî nîvê şevê de jî polîsan 4 kes binçav kirin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, li navçeya Qereyazî ya Erziromê tevgera polîsan heye û li Erziromê jî 4 kes hatine binçavkirin. Çavkaniyên herêmî diyarkirin ku polîs bi du otobûs û wesayîtên zirxî digerin û zextê li gel dikin. Her wiha 7 otobûsên tijî tîmên taybet sewqî navçeya Qereyazî hatin kirin.