Li Erdîşê li dijî şûbeya Leşkeriyê çalakî
Şervanên YPS/YPS-JIN di 23’yê Tebaxê de li dijî şûbeya leşkeriyê ya li navenda Erdîşê çalakiyek li dar xistin.
Şervanên YPS/YPS-JIN di 23’yê Tebaxê de li dijî şûbeya leşkeriyê ya li navenda Erdîşê çalakiyek li dar xistin.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê diyar kir ku di 23’yê Tebaxê de li navenda navçeya Erdîş a Wanê di saet 10:00’an de li dijî şûbeya leşkeriyê çalakiyek hatiye lidarxisin. Di çalakiya YPS’ê ya ku bi roket û çekên ferdî li dar xistî de, kuştî û birîndar hene lê jimara wan nehatin zelalkirin.
YPS’ê wiha anî ziman: “Di heman rojê de di saet 11:00’an de yekîneyên me li Taxa Sûlû ya Erdîşê di çalakiya rê kontrolkirinê de ji gelê ku kom bûyî re têkildarî tecerîda li ser Rêbertî û pêvajoya ku li Tirkiyeyê bi rêve diçe gel agahdar kirin.”
YPS’ê nasnameya şervanekî xwe yê ku li Mêrdînê di encama serdegirtina malan de jiyana xwe ji dest dabû jî eşkere kir.
Baz Mordem/Kajîn Akçelîk/ Perîşan- Saît/Gever/Dîroka Şehadetê 17’ê Tebax Mêrdîn