Li Elmanyayê li hember êrîşa nijadperest a Erdogan nerazîbûn

Piştî Meclîsa Federal a Elmanyayê biryara Qirkirina Ermeniyan nas kir, li dijî êrîşên Rêveberên Tirk ên li hember parlementerên Tirk ên li Elmanyayê, Angela Merkel û partiyên siyasî ‘nerazîbûn’ nişan dan.

Piştî Meclîsa Federal a Elmanyayê biryara Qirkirina Ermeniyan nas kir, li dijî êrîşên Rêveberên Tirk ên li hember parlementerên Tirk ên li Elmanyayê,  Angela Merkel û partiyên siyasî ‘nerazîbûn’ nişan dan. Merkel anî ziman ku li hember sûcdarkirina dîktatorê Qesrê Erdogan ê ku “ Ji bo Tirkbûyînê” testa xwînê ji wekîlan xwestibû got; “Tiştekî ne bi aqil e”. Volker Kaûder ê CDÛ’yê jî diyar kir ku Erdogan “Êdî ji derveyî gotinên fermî serî li têgînên din dide” û ew rexne kir.

Serokwezîra Elmanya Angela Merkel a ku di konferansa çapemeniyê ya li gel Serokê Dewleta Azerbeycanê Îlham Aliyev axivî, bal kişand ser êrîşên Tayyp Erdogan û hikûmeta AKP’ê ya li hember parlamenterên bi eslê xwe Tirkiyeyî yên ku ji bo pêşnameqanûnê gotibûn ‘Er ê’. Merkel bi bîr xist ku li Elmanyayê ev parlamenteran bi azadî hatine hilbijartin û wiha got: “Daxuyanî û sûcdariyên ji aliyên Tirkiyeyê ve tên weke bê fikirîn in û ev nayên qebûlkirin.”

Merkel bal kişand ku tim Tirkiye Qirkirina Yahûdiyan (Holocaûst) tîne ziman, Pêşnûmeya (Holocaûst) ku li Meclîsa Federal hatî qebûlkirin, qala “Rewşa taybet” kir. Merkel anî ziman ku Elmanya bi qetlîam û paşaroja Naziyan re hevrû hatiye û diyar kir ku wê di pêşerojê de her nifş bi vê re hevrû were.

Merkel daxwaz kir ku komîsyoneke ‘Komîsyona Dîrokan” a hevpar di navbera Tirkiye û Ermenîstanê de jî bidin avakirin.

KAÛDER: ERDOGAN TÊGEHÊN KU LI ELMANYAYÊ NAYÊN BIKARANÎN BI KAR TÎNE

Serokê Koma Meclîsa CDÛ ya Partiya Angela Merkel Volker Kaûder jî li hember gotinên Erdogan ên ji bo wekîlên bi eslê xwe Tirk in bertekên tund nîşan da. Kaûder da zanîn ku gotinên Erdogan ‘Nayên tehemûlkirin.” Kaûder wiha got: “Li gorî ku ez dizanim êdî Erdogan ji derveyî gotinê fermî yên li Ewropa, dixwaze bi têgehên din rojevê germ bike.”

Serokê Koma Meclîsê ya Partiya Demokratîk a Sosyal a Koalîsyona Hevpar Thomas Oppermann jî anî ziman ku “Erdogan ketiye nêçîra pîrebokan.”