Li Elmanya û Fransayê komkujî hat protesto kirin

Li bajarên Ewropayê komkujiya li Pirsûsê ku ji 30’yî zêdetir ciwanên sosyalîst jiyana xwe ji dest dan, tê protestokirin. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku komkujî bi hevkariya DAIŞ û AKP’ê pêk hatiye û banga bilindkirina têkoşînê hat kirin.

Li bajarên Ewropayê komkujiya li Pirsûsê  ku ji 30’yî zêdetir ciwanên sosyalîst jiyana xwe ji dest dan, tê protestokirin. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku komkujî bi hevkariya DAIŞ û AKP’ê pêk hatiye û banga bilindkirina têkoşînê hat kirin.

FRANKFURT

Li bajarê Frankfurt a Elmanyayê li ber Haupbannhof  500 Kurd û endamên Yekîtiya Hêza Demokratîk hatin cem hev.  Alên PYD, YPG-YPJ’ê hatin hildan û dirûşeyên ‘tolhildan’, ‘Kujer AKP, Kujer DAIŞ’ hat berzkirin.

Girseyê li ber Romer Platzê mîtîng pêk anî.  Mîtîng bi sirûda Ey Reqîp û  deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Endamê Navenda Civaka Demokratîk a Hanau Kamîl Tekdal axivî û got kes nekare wan tê bibe û got ewê hesabê êrîşê ji DAIŞ û AKP’ê bipirsin.

Li ser navê NAV-DEM’ê Salîh Cizîrî axivî û hikûmeta AKP’ê nîşand da û got: “Yên ev komkujî pêk anîne yên gotine ‘PYD ji DAIŞ’ê xetertire. Emê li dijî komkujiyê bêdeng nemînin.”

Li ser navê Meclîsa Jinan a Amara Delal Yaman jî axivî û got DAIŞ û AKP li dijî Kurd û hemû gelan dijminin.

Hevserokê AGÎF’ê Mesut Duman jî got wê hesabê komkujiyê bipirsin.

STRASBOURG

Li Strasbourg a Fransayê jî  li dijî komkujiyê li qada Kleber mîtîngek pêk hat. Di mîtîngê de daxuyaniyek hat dayîn û hat diyarkirin ku hêzên serketina Kurdan qebûl nakin serî li her rê didin.

Mazlum Koku li ser navê girseyê axivî û got ev plana hevkar a AKP û DAIŞ’ê ye û got wê hesab bipirsin.

Roja Şemiyê li ber Sefaretxaneya Tirk wê komujiya Pirsûsê bê protestokirin.

...