Li taxa Bilbês ya Elkê ya ku her tim cerdevanan lê nobet digirt teqîn pêk hat û di encama teqînê de cerdevanek mir.
Li taxa Bilbês ya navçeya Elkê ya Şirnexê li cihê ku her tim cerdevanan lê nobet digirt di demjimêr 06.15'an de teqîn pêk hat. Di teqînê de cerdevanê bi navê Yunus Cîn mir. Di dema teqînê de li nêzî cihê bûyerê gelek leşker jî hebûn. Piştî teqînê cenazeyê Cîn li erdê hate hiştin û leşkeran destûr neda tu kes nêzî cenaze bibe û ji ber vê yek cerdevanan bertek nîşan dan. Li cihê bûyerê lêkolîn tê kirin û hate hînbûn ku cenazeyê Cîn ji bo otopsiyê dê bişînin Amedê.
Hate hînbûn ku, li cihê bûyerê 2 mehin leşkeran destûr nedida ku nobet lê bêgirtin û hefteyek berê cerdevan ji bo nobedariyê şandibûn wê derê.