Li navçeya Elkê ya Şirnexê polîs û leşkeran bi ser 2 malan de girt. Hate zanîn ku, serdagirtina bi îdîaya "Çekên qaçaxa" pêk hat tu kes nehate binçavkirin.
Li gorî îdîayan yekîneyên polîs û leşkeran li taxa Guanis ya navçeya Elkê ya Şirnexê bi ser mala cerdevan Nurî Cîn û Mehmet Olaş de girtin. Di serdagirtina polîsên tîmên taybet jî tevlî bûn de bi îdîaya "Li malan çekên qaçaxa hene" pêk hat û hate hînbûn ku tu kes nehate binçavkirin.