Li Êlihê zarokê 12 salî daliqandî hat dîtin

Li Êlihê zarokê 12 salî daliqandî hat dîtin

Li Êlihê xwendekarê pola 6’emîn ê dibistana seretayî Yusuf Aksoy li odeya xwe ya malê bi awayeke daliqandî hat dîtin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li taxa Aykut Ozan a navçeya Qabilcewaz (Sason) a Êlihê xwendekarê pola 6’emîn ê dibistana seretayî Yusuf Aksoy li odeya xwe ya malê bi awayeke daliqandî hat dîtin. Hat diyarkirin ku Aksoy ku di dema kes li malê tune bû, çû odeya xwe û demek dirêj derneket. Piştî ku xizmên wî mereq dikin, li odeyê dinêrin ku bi bi werîz ve hatiye daliqandin.

Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin, ji bo otopsiyê jî cenazeyê Aksoy şandin Tiba Edlî ya Amedê