Li Êlihê li hember wesayîta polîsan çalakî

Li Êlihê li hember wesayîta polîsên Tirk çalakiyek hat lidarxistin.

Li Êlihê li hember wesayîta polîsên Tirk çalakiyek hat lidarxistin.

Li Kolana 3426. a Taxa Cûdî ya Êlihê dema ku wesayîta zixî ya polîsên Tirk derbas bû bi çekên lûle dirêj çalakiyek hat lidarxistin. Piştî çalakiyê şer derket. Li cihê bûyerê demekî dirêj dengê çekan hat bihistin, têkildarî kuştî û birîndaran hê ti agahî nehatine bi dest xistin. Gelek wesayît sewqî cihê bûyerê hat kirin. Dema ku polîsên Tirk li ser taxê ketober gule reşand, ciwanên ku daketin kolanan jî bend danîn û agir pêxistin.