Li Efrînê şer dewam dike

Şerê duh bi şev ê li navçeyên Şêrawa û Cindirêsê Artêşa Şoreşgeran û hêzên YPG/YPJ'ê yê li dijî çeteyên El Nûsra destpê kir, dewam dike

Li gorî nûçeya ANHA'yê, şerê duh bi şev li Cindirêsê destpê kir, danê vê sibehê li navçeya Şêrawa jî rû da û hînê dewam dike.

Hat ragihandin ku îro danê sibehê li gundê Meyremîn a navçeya Şêrawa ya Efrînê di navbera Artêşa Şoreşgeran û Çeteyên El-Nûsra de şer derket. Der barê encamên şer de ku hîn dewam dike, ti agahî nehatin bidestxistin. Gundê Meyremîn ê navçeya Şêrawa ya Efrînê li bakurê gundê Çelebê yê navçeya Şêrawa ye û li rojhilatê gundê jî herêma Ezazê heye.

Li heman demê li gundê Dîbo ê navçeya Cindirêsê ya Efrînê jî di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên El-Nûsra û komên bi ser wan ve şer dewam dike. Li vê herêmê û bi taybet li girên derdora gundê Dêwa û kampa Atmê şerê demkî didome.

Çeteyên El-Nûsra duh derdora seat 16.00’an li gundê Dêwan ê li beramberî kampa Atmê ya navçeya Cindirêsê ya Efrînê gule li welatiyên sivîl reşandin. Piştî gulebarana çeteyan, hêzên YPG’ê bersiv dan û li ser vê yekê li herêmê bi qasî seatek û nîv şer qewimî.