Hat ragihandin ku li navçeya Mabata ya Efrînê bi hezaran kes li hemberî rejîma Baas a Sûriyeyê xwepêşandanek li dar xistin û bi ser navendên rejîmê de girtin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, îro li navçeya Mabata ya Efrînê xwepêşandaneke girseyî hat lidarxistin. Ji ber sedema kuştina 4 kesên Kurd ên ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve li Heleb û Efrînê hatin kuştin, girseyê bi ser navendên rejîmê de girtin. Aloziya li navçeyê heta demek dirêj berdewam kir.