Hat ragihandin ku li gundê Qestela Kişkê ya Efrînê jinek tevî 5 zarokên xwe kuştî hatin dîtin û jinek jî birîndar e.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di 12’ê hezîranê de li gundê Qestela Kişkê ya Efrînê di malekê de jinek tevî 5 zarokan serjêkirî hatin dîtin. Hat diyarkirin ku jinek din jî di heman bûyerê de birîndar bûye. Heta niha der barê kiryarên bûyerê de tu agahî nehatine dayîn.