Yek ji pirsgirêkên herî mezin ên bajarê Rojavayê Kurdistanê Efrînê pirsgirêka benzînê ye. Ji ber ku ev nêzî 15 rojan e benzîna bajêr qut bûye, bandoreke mezin li aboriya bajêr dike û ligel benzînê pirsgirêkên mazût û gaza xwezayî jî hene.
Bûyerên ji adara 2011 û pêve dest pê kirin, ne tenê bandor li rewşa siyasî kirin, di heman demê de bandor li ser rewşa aborî ya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê dike.
Ji ber nebûna benzîn, mazût û gaza xwezayî li Efrînê, ajokarên wesayîtan bi pirsgirêk û aloziyan re rû bi rû mane. Piştî vê aloziyê Komîteya Petrolê ya Meclîsa Gel li Efrînê dest bi xebatê kir. Komîteya Petrolê ya Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê, li Efrînê dest bi belavkirina benzînê kir.
Gelê Efrînê jî van planên taybet ên rejîma Sûriyeyê ya li hemberî herêmên Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin û hat diyarkirin ku rejîmê bi zanebûn herikîna petrol û sotemeniyên ber bi Rojavayê Kurdistanê ve qut kiriye.