Li Efrîn û Tirbespiyê ji bo HDP’ê çalakî
Li Efrîn û Tirbespiyê qirkirina siyasî ya AKP’ê hate protestokirin û HDP hate slav kirin
Li Efrîn û Tirbespiyê qirkirina siyasî ya AKP’ê hate protestokirin û HDP hate slav kirin
Bi hezaran şêniyên Kantona Efrînê bi sirûda ′Darbeya faşîst a AKP′ê nikare vîna gelê me yê Bakurê Kurdistanê bişkîne′ meşek lidar xistin û piştgiriya xwe bi gelê Bakurê Kurdistanê re, anîn ziman. Meş bi beşdariya bi hezaran şêniyên Kantona Efrînê, saziyên civaka sivîl, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û partiyên siyasî ji Çerxereya Newroz, destpê kir.
Çalakvanan alên TEV-DEM′ê, Kogreya Star, PYD′ê, HDP′ê, YPG/YPJ′ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan, Her wiha pankêrtin ku “Şêniyên Kantona Efrîn berxwedana Bakûrê Kurdistanê silav dikin”, “Erdogan Fermandarê terorê ye”, “Bijî berxwedana HDP′ê” û “Efrîn Bakurê Kurdistanê bi tenê nahêle”vekirine, êrîşên hikumeta AKP′ê li ser Bakurê Kurdistanê şermezar kirin.
Meş li kolanên navenda bajarê Efrînê dewam dike. Çalakvan bi dirûşmeyan êrîşên hikumeta AKP′ê şermezar dikin û berxwedana Bakurê Kurdistanê silav kirin.
TIRBESPIYÊ
Bi sedan ji şêniyên bajarê Tirbespiyê û herêma Sinciq û Aliya û bi tevlîbûna endamên saziyên civaka sivîl bi armanca şermezarkirina siyaseta AKP`ê derbarê girtina hevserokên HDP`ê û binçavkirina wekîlên HDP`ê meşeke girseyî li navenda bajarê Tirbespiyê li dar xistin.
Meş ji ber navenda Akademiya Şehîd Yekta Herekol destpê kir. Girseyê alên HDP`ê û wêneyên hevserok û wekîlên HDP`ê hildabûn.
Hevseroka Meclîsa Gel a Tirbespiyê Hediye Şemo di çalakiyê de daxuyanî da û bang li raya gistî ya navneteweyî kir ku li dijî êrîşên qirkirinê yên AKP’ê xwedî berpirsyar bin.
Di çalakiyê de berxwedana Bakurê Kurdistanê jî hate silavkirin.