Li Dortmûnd û Aachenê dewleta Tirk bi awayekî girseyî hat protestokirin

Li bajarên Dortmûnd û Aachen ê Elmanyayê qetlîama dewleta Tirk a li Cizîrê pêk aniye bi awayekî girseyî hat protestokirin.

Li bajarên Dortmûnd û Aachen ê Elmanyayê qetlîama dewleta Tirk a li Cizîrê pêk aniye bi awayekî girseyî hat protestokirin.

DORTMUND

Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê li hember qetlîamên çeteyên AKP’ê hêrsa gel danekeve. Îşev nêzî saet 17.00’an bi hezaran Kurdistaniyên li pêşiya HBF kom bûn, di serî de Cizîr, qetlîamên çeteyên AKP’ê yên li Kurdistanê şermezar kirin.
Meşa ji ber HBF’ê destpê kir bi tevlîbûna bi hezaran Kurdistanî û dostên wan pêk hat. Di meşa ku pêşengiya wê jin û ciwanan kirin de dirûşmeyên, “Hevkara Erdogan Merkel”, “Bimire Komploya Navneteweyî”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Cizîrê”, “Faşîst Tirkiye”, “Jin Jiyan Azadî”, “Qatilê Zarok û Jinan Erdogan” hatin berzkirin.

Di meşa ku sirûda “Çerxa Şoreşê” hat gotin de hêrsa girseyê ya li dijî qetlîaman mezin bû. Girseya li cadeyên herî qelebalix ên Dortmûndê meşiyan, piştre mîtîng li dar xist.

Di mîtîngê de danezana tevgera jin a bi Elmanî hat xwendin û li ser navê Navenda Civaka Demokratîk axaftin hat kirin. Di axaftinan de berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin, di heman demê de li hember qetlîaman hat ziman ku wek Kurdistaniyên li dîasporayê wê bêdeng nemînin.

AACHEN

Li bajarê Aachen ê Elmanyayê jî qetlîama Cizîrê hat protestokirin. Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Aachen û Meclîsa Jinan a Denîz Firat a Aachen nêzî 150 kes li Wîlly-Brandt-Platzê kom bûn. Di mîtînga ku pankarta, “Artêşa Tirk 60 birîndarên sivîl ên li benda alîkariyê bi şewitandinê qetil kir” hat vekirin de, di serî de Cizîr, ji bo tevahî şehîdên berxwedanê bi deqeyekê rêzgirtinê ve destpê kir. Her wiha ji aliyê girseyê wêneyên têkîldarî qetlîama dewleta Tirk a li ser Cizîrê hatin rakirin.

Di axaftinan de hat destnîşankirin ku hikûmeta Tirk li dijî Kurdan şerekî bê exlaq û derveyî hiqûqê bi awayekî topyekun dimeşîne û divê li hember van jî gelê Kurd û dostên wan di nav piştevaniyê de bin û berxwedanê mezin bikin.

Kurdistaniyên li dijî qetlîaman bi hêrs, dirûşmeyên, “Kurdistan Goristan Ji bo Faşîstan”, “Qatil Erdogan”, “Merkel Fînanse Dike, Erdogan Qetil Dike”, “Terorîst Tirkiye”, “Bijî Berxwedana Cizîrê” berz kirin. Ji mîtînga ku nêzî saetekê û nîvê dom kir re eleqeya gelê li derdor gelekî zêde bû.

...