Aloziya li Iraqê berdewam dike. Di vê çarçoveyê de rêberên Kurdan û Suniyan li navçeya Dokanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî rêveberiya Malikî li hev civiyan. Tevî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî, Eyad Elawî, Usame Nucefî û Cigirê Serokwezîrê Iraqê Salih Mutleq jî beşdarî civîna krîtîk bûn.
Rageşiya di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de zêde dibe. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gotibû ku welat nikare bi “dîkdatoriyê bê birêvebirin û dixwaze Serokwezîrê Şiî Nûrî El Malikî biçe. Barzanî di her carekê de peyamên ji bo serxwebûnê dide û li hemberî firotina balefirên F16 yên DYA yên ji bo Iraqê derketibû diyar kiribû ku dibe li hemberî Kurdan bi kar bînin. Serokkomarê Iraqê jî Celal Talabanî weke helwestek li hemberî desthilatiya Malikî, ragihandibû ku ew dikare îstîfaya xwe bide.
Rayedarên Kurd û Sunî dixwazin ku Parlementoya Iraqê pêbaweriyê ji Malikî bistînin û Malikî ji desthilatiyê bikeve. Bi vê boneyê rayedarên civîna “pênç qolî” ya li navçeya Dokana Başûrê Kurdistanê dest pê kir.
Hate zanîn ku tevî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî, Serokê lîsta Iraqiye Eyad Elawî, Serokê Parlementoya Iraqê Usame Nucefî, Salih Mutleq jî beşdarî civîna krîtîk bûn.